Pakistanê êrişî Afganistanê kir: Bi dehan kes hatin kuştin

Pakistanê ragihand ku wê li ser sînorê Afganistanê êriş pêk anîye. Rayedarên Afganistanê jî ragihandin ku di êrişê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.

Pakistanê êrişî Afganistanê kir: Bi dehan kes hatin kuştin
22 sibat, 2026   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê Attaullah Terar der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku "welatê wî li gorî agahiyên îstîxbaratê operasyonên armanckirî yên li dijî 7 kamp û veşartgehên terorîst ên girêdayî Talîbana Pakistanî pêk anîn."

Attaullah Terar, ev êriş wek bersivek li hemberî êrişên xwekuj in ku vê dawiyê li Pakistanê hatine kirin, di nav de êrişa destpêka sibatê ya li ser mizgeftekê li Îslamabadê bi nav kir. Wezîrê da zanîn ku Pakistanê şaxek rêxistineke girêdayî DAIŞ’ê jî kir hedef lê agahiyên zêdetir parve nekirin.

Berdevkê hikumeta Afganistanê Zebîhullah Mucahîd jî agahî li ser hesabê xwe yê X’ê parve kirin û got, "Hêzên Pakistanê li parêzgehên Nangarhar û Paktika welatiyên me yên sivîl bombebaran kiriye. Di encamê de jin û zarok jî di nav de bi dehan kuştî û birînar çêbûn."

Mucahîd got, "Generalên Pakistanî hewl didin ku bi van sûcan qelsiyên ewlehiyê yên welatê xwe telafî bikin."

Li gorî AFP’ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyek ewlehiyê ya Afganî wergirtiye, di nav 17 kesên ku di êrişa li ser malekê de li herêmê hatine kuştin de 12 zarok hene.

Ji dema ku Talîbanê di sala 2021’an de kontrola Kabîlê ji nû ve bi dest xist, aloziyên di navbera Afganistan û Pakistanê de zêde bûne û di mehên dawî de bi pevçûnên sînor ên kujer têkiliyên herdu welatan xirabtir bûne.

(bb)