Li Laziqiyê rojnamevanek hat kuştin

Li gundewarê Qirdahayê rojnamevanek piştî weşana zindî kuştî li mala wî hat dîtin.

Li Laziqiyê rojnamevanek hat kuştin
22 sibat, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, rojnamevan Elaa Mihemed li gundê Nînî yê Qardahayê ya Laziqiyê di mala xwe de bi guleyekê li serê xwe kuştî hate dîtin.

Rojnamevan Elaa Mihemed beriya were kuştin bi nêzî 4 saetan weşandek zindî ser kanala xwe ya YouTubeê kribû. Di weşana zindî de behsa daxuyaniya Meclisa Şûra ya xelkê Busra ya Derayê, têkiliya dosyaya Derayê bi welatên herêmî û navneteweyî re, her wiha tevlihevî û şerên li Dêrazorê û Şamê kiribû.

Rojnamevan gotibû, hikumeta demkî dê di rêya xwe de berdewam bike, lê pêdiviya wê bi demek dirêj heye ta "nîv artêşek nîştimanî" ava bike. Her wiha anîbû ziman "li her bajarekî du alî hene ku bi wezareta parastinê ve girêdayî ne, li hember aliyekî din ku ji bo berjewendiyên taybet an biyanî dixebite."

Rojnamevan di dawiyê de van pirsan dike û bersivê dide " Piştî 14 mehan, çi hatiye bidestxistin? Çi dikare were bidestxistin? Ez difikirim ku tiştek tune".

Behsa daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî kir tê de gotiye: "Min ev serok danî ser kar" û anî ziman ku ev daxuyanî bo raya giştî ya Amerîkayê ye.

(bb)