Pakistan: DYA’yê tu şande ji bo dan û standinên bi Îranê re neşandine

Pakistanê ragihand ku DYA'yê tu şande ji bo dan û standinên çareseriyê yên bi Îranê re ji wan re neşandine.

Pakistan: DYA’yê tu şande ji bo dan û standinên bi Îranê re neşandine
2 nîsan, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Pakistanê îro ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hîna tu şande ji bo hevdîtinên li ser çareserkirina şerê bi Îranê re, neşandine.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê Îshaq Dar got welatê wî bi armanca dîtina çareseriyeke dîplomatik ji şer re, bi awayekî çalak bi serokatiya DYA’yê re di nava têkiliyan de ye.

Îshaq Dar piştî civîneke bi hevpîşeyên xwe yên Tirkiye, Misr û Erebistana Siûdî re li Îslamabadê, ragihandibû ku welatê wî dixwaze mazûvaniya hevdîtinên di navbera DYA û Îranê de bike da ku dawî li şer were.

(bb)