Girtiyên Siwêdayê parêzgerê desthilata Şamê şermezar kir

Şêniyên Siwêdayê yên ku li bajarê Humsê ji aliyê desthilata Şamê ve hatibûn girtin, parêzgerê Siwêdayê yê girêdayî desthilata Şamê şermezar kir û xwest ku lêpirsînek were vekirin, sûcdaran werin cezakirin.

Girtiyên Siwêdayê parêzgerê desthilata Şamê şermezar kir
7 nîsan, 2025   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja şemiyê zêdetirî 20 welatiyên Siwêdayê dema berê xwe dida kantona Reqayê li ser bendeke kontrolê ya li Humsê hatibûn girtin. Li dijî girtiyan êşkence û heqaretên mezhebperestî hatin kirin.

Di wê çarçoveyê de, îro ew kesên ku hatibûn girtin li navenda parêzgeha Siwêdayê, bi parêzgerê Siwêdayê yê desthilata Şamê Mustefa Bekor re civiyan û serpêhatiyên xwe jê re vegotin.

Çavkaniyan diyar kir ku hin girtî ji ber xerabûna rewşa wan a derûnî û tenduristî, beşdarî civînê nebûn. Ji ber ku rastî êşkence û lêdanên giran hatibûn û nikarîn amade bibin.

Her wiha hat piştrastkirin ku di girtîgeha Harim de girtiyên mêr û jin ên elewî jî hebûn û hin jin di girtîgehê de li ber welidînê ne.

Di civînê de damezirînerê Partiya Întîma El Wetenî ya Demokratîk Reca El Demeqsî li ser navê girtiyan axivî û got: "Li benda kontrolê ya Humsê û girtîgeha Harim binpêkirin hatine kirin. Rejîma niha, ji aliyê hovîtî û binpêkirinên mafên mirovan, ji ya berê ne cudatir e."

Ciwanekî jî şopên şewita çixareyan li ser laşê xwe nîşan dan û binpêkirinên tê re derbas bûne vegotin.

Beşdaran di axaftina xwe de parêzgerê Siwêdayê li hember bûyerên çêbûne şermezar kir.

Bekor îdia kir ku ew ê vê dozê bişopînin û sûcdaran ceza bikin, her wiha diyar kir ku ew ê komîteyekê ji şêniyên Siwêdayê ava bikin da ku lêpirsînê bişopînin.

Beşdaran bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku lêpirsînekê, sûcdaran ceza bikin û piştgiriya derûnî û tibî bidin girtiyan.

(mh/fr)

ANHA