Di rojnameyên erebî de nêzîkatiyên Trump li hemberî Sûriye û Lubnanê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de dan û standinên Trump ên têkildarî dosyaya Sûriyeyê, şerê li Lubnanê û sedemên dûrxistina wezîrê ewlehiyê yê Îsraîlê Yoav Galant ji kar, nirxandin.

Di rojnameyên erebî de nêzîkatiyên Trump li hemberî Sûriye û Lubnanê
7 mijdar, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Hebûna Îranê ya li Sûriyeyê mijara herî sereke ya nêzîkatiyên Trump ên li hemberî Esed e" weşand.

Li gorî rojnameyê, dibe ku serokê nû yê DYAˈyê Donald Trump di dan û standinên xwe yên li gel Beşar Esed de rêyeke nû hilbijêre, nemaze li gel hebûna Îranê ya li ser xaka Sûriyeyê ku DYA û Îsraîl hewl didin lawaz bikin.

Di rojnameyê de hate gotin li gorî analîzan “Siyaseta zext û cezayan a DYAˈyê ya li ser Sûriyeyê wê dewam bike, lê dibe ku di dan û standinên li hemberî Esed de hinek guhertin çêbe."

Li gorî rojnameyê, Trump dê bikare di navbera piştgiriya hevalbendên Washingtonê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û hevkariya li gel Tirkiyeyê de hevsengiyê çêke. Her wiha bi bîr xist ku “Trump berê metirsiyên ewlehiyê yên Enqereyê fêm kiribûn lê ji bo ku tu pirsgirêkeke zirarê bigihîne berjewendiyên Washingtonê çênebe, amade ye fişarê bike”.

ˈSERKETINA TRUMP METIRSIYÊN FIREHKIRINA ŞER LI LUBNANÊ JI ALIYÊ NETANYAHU VE ZÊDE KIRINˈ

Rojnameya El Şerq El Ewsat destnîşan kir ku lubnanî bi baldarî bandora encamên serketina Donald Trump ên li ser Lubnanê dişopînin.

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêrên rewşa herêmê û diyar kir ku serketina Trump, "dê şerê li başûrê Lubnanê bileztir bike, dê rê li pêşiya Netanyahu veke ku çareseriya leşkerî bimeşîne, dê şert û mercên Îsraîlê di dan û standinên dema bê de baştir bike."

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku "çareseriyên siyasî li Lubnanê wisa bê berdêl derbas nabin û dibe ev çareserî rûdanan bileztir bike" û wiha hat domandin: "Divê Hizbullah fêm bike ku li gorî destûra Lubnanê çekên xwe radestî hikumeta Lubnanê bike li şûna ku çekê xwe li gorî pîvanên hêzên ku dê xwe ferz bikin, radest bike".

‘NETANYAHU XWE LI HEMBER HEVRIKÊN XWE XURT KIR’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê dûrxistina wezîrê ewlehiyê yê Îsraîlê Yolav Galant de nûçeyek weşand. Rojnameyê sedema dûrxistina Galant spart şerê li Xeza û Lubnanê, hevrikiya di navbera Îsraîl û Îranê de.

Li gorî rojnameyê "Galant yek ji peyayên Washingtonê yê di hikumeta Îsraîlê de ye û navgîna di navbera Washington û Til Evîve de ye. Ji bo ku ji kar neyê dûrxistin, Washingtonê gelek fişar kirin. Lê hemwextî hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê ji erk hate dûrixstin.”

Rojnameyê destnîşan kir ku heta Netanyahu ji encamên hilbijartina dilrihet e, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku rêveberiya nû dê derfetan li pêşiya wî veke, ne tenê ji bo dûrxistina Galant lê belê di şerê li qadên cuda, berdewamkirin û firehkirina şer de jî.

Hate gotin: "Dûrxistina Galant, bandorê li şerên li Xeza û Lubnanê nake, ji ber ku Galant destpêkê li dijî firehkirina şer li Lubnanê bû, lê di encama fişarên Netanyahu de ew yek qebûl kir. Xuya ye ku Netanyahu li benda serokê nû yê Amerîkayê ye."