NY: Nêzî 200 hezar penaber vegeriyane Sûriyeyê

Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi ragihand ku nêzî 200 hezar penaber vegeriyane Sûriyeyê.

NY: Nêzî 200 hezar penaber vegeriyane Sûriyeyê
19 ÇILE, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Fîlîpo Grandî eşkere kir ku ji Kanûna 2024ˈan ve nêzî 200 hezar penaberên sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Li gorî amarên ku Grandi li ser hesabê xwe yê "X" belav kiriye, ji dema ketina rejîma Beşar Esed (8 Kanûn 2024) heya 16ˈê Çileya îsal (2025) nêzî 195 hezar û 200 sûriyeyî vegeriyane warên xwe.

Grandi her wiha ragihand ku ew ê di demek nêzîk de serdana Sûriyê û welatên cîran bike da ku piştgirîya UNHCR ji bo vegeryan, penaberan û civakên mêvandar xurt bike.

(bb)