Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin. Di heman demê de gundewarê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.

Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin
19 ÇILE, 2025   12:26
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin.

Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker gundê El Hîşe yê bajarê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin. Zanyariyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Ji 8ˈê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobet girtiye.

 (bb)

ANHA