NY: Karmendên me nikarin xwe bigihînin Kobanê û Minbicê

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku karmendên wê ji ber rewşa ewlehiyê nikarin xwe bigihînin Minbic û Kobanê.

NY: Karmendên me nikarin xwe bigihînin Kobanê û Minbicê
24 kanûn, 2024   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna jî ji bo 40 hezar kesên ku li 215 navendên rewşên awarte dimînin, zehmet e. 

Nivîsgeha NYˈyê diyar kir ku ji ber wê rewşa ewlehiyê 2 hefte ye karmendên wê nikarin xwe bigihînin bajarên Kobanê û Minbicê.

Nivîsgehê her wiha destnîşan kir ku rewşa tevlihev a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên mirovî asteng dike.

Nûnerê NYˈyê Sûriyeyê Geir Pedersen gotibû nedîtina çareseriyeke siyasî di navbera QSD û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de encamên xirab ji bo tevahî Sûriyeyê bi xwe re bînin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker piştî ku 8ˈê Kanûnê Minbicê dagir kir, bi desteka artêşa Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê li dijî gundewarên Kobanê pêk tînîn. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şervanên YPJˈê bersiva êrişan didin.

(bb)