NYˈyê jî Îranê xwest darvekirinan rawestîne

Komîteya Dîtina Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kir ku demildest dawî li cezayên darvekirinê bîne.

NYˈyê jî Îranê xwest darvekirinan rawestîne
14 mijdar, 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Dîtina Rastiyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê cezayên darvekirinê yên li Îranê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em daxwaz dikin ku Îran demildest dawî li cezayên darvekirinê bîne.”

Her wiha komîteyê diyar kir ku desthilata Îranê cezayê darvekirinê ji bo rûbirûbûn û bêdengkirina çalakvanên jin bi kar tîne.”

Komîteyê îşaret bi cezayê darvekirinê yê ku li Werîşe Muradî hatî birîn jî kir û got: “Werîşe Muradî piştî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî sêyem jine ku ji ber çalakiyên xwe cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Her çi qas cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî di cotmeha îsal de hatibe betalkirin jî, lê hîna metirsiya darvekirinê li ser heye.”