Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir

Şandeya Eşîra El-Efdalê serdana kantona Reqayê kir û Cejna Remezanê pîroz kir. Şandeyê teqezî bi yekparçeya Sûriyeyê da.

Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
Şandeya  Eşîra El-Efdalê ji Dera û Quneytraê serdana bajarê Reqqayê kir
1 nîsan, 2025   20:18
REQA

Şandeye ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Turkan û rûspiyên eşîra Mûsa Dahir a ji qebîleya El – Efdalê ve, li mêvangeha Efan a gundê Kesret Efnan hat pêşwazîkirin.

El Turkan got: "Me pêşwaziya pismamên xwe yên qebîleya Evadilê yên eşîra Mûsa Dahir ên ji bajarên Dera û Quneytirayê kir. Piştî ketina rejîma Esed êdî derfet çêbû ku mirov û xizmên li parêzgeha Derayê û kantona Reqayî biçin ba hev û werin."

El Turkan diyar kir ku ev 14 sal e serdan di navbera wan de nehatine kirin û got: "Ev jî peyameke ji bo gelê Sûriyeyê ku em yek gel in û tu cudahî di navbera me de tune ne."

Rûspiyê eşîra Mûsa Dahir a qebîleya Evadilê ya Derayê Şêx Ebdilqadir Zerzûr got: "Em bi dîtina pismamên xwe pir kêfxweş in û nikarin kêfxweşiya xwe bînin ziman. Em li vir teqez dikin ku em tev Sûriyeyî ne û li ser vê xaka pîroz tu cudahî di navbera me û parêzgehên din de tune ye."

(mh)