Ji bîranînên Nuredîn Sofî: Şerê bi aqil û zanistê serkeftinê tîne

Di nirxandineke xwe yên li ser têkoşîna gelê Kurd di dîrokê de, rêberê Şoreşa Rojava, şehîd Nûredîn Sofî, destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd, tevî fedakarî û wêrekiya xwe, ne modern bû û ne jî li ser rêbazên zanistî bû, ku şansê serketinê kêm dikir. Her wha dazanîn ku şerkirina bi aqil, li ser prensîbên zanistî û taktîkên nûjen, serkeftinê tîne.

Ji bîranînên Nuredîn Sofî: Şerê bi aqil û zanistê serkeftinê tîne
6 nîsan, 2026   11:17
QAMIŞLO

Îro salvegera şehadeta rêberê Şoreşa Rojava, Nûredîn Sofî ye, ku di 6`ê Nîsana 2021`an de li Birgarê, li herêma Garê ya Herêmên Parasta Medyayê li başûrê Kurdistanê şehîd bû. Cenazeyê wî di 12`ê Tebaxa 2025`an de li bajarê Qamişlo spartin axê.

Di hevpeyvînekê de di salvegera şehadeta fermandar Masûm Korkemaz (Egîd) de, rêberê Şoreşa Rojava, şehîd Nûredîn Sofî, têkoşîna gelê Kurd di dîrokê de nirixand.

Şehîd Nûredîn Sofî dibêje, "Dîroka Kurdistanê bi piranî dîroka berxwedanê ye, wekî ku heval Mazlum gotiye, 'Dîroka Kurdistanê dîroka berxwedanê ye.' Lêbelê, mixabin, berxwedana gelê Kurd her gav li ser bingehên akademîk û zanistî nehatiye avakirin."

Her wiha diyar kir ku gelê Kurd xwedî nirxên mezin ên şervanî, qehremanî û wêrekiyê bû, û ji nav wan rêber derketin ku li hember zordaran berxwedan û wêrekiyeke mezin nîşan dan. Bi hezaran Kurd van taybetmendiyan temsîl kirine. Mînak, Derwêşê Ebvî li hember 1500 leşkerên Osmanî berxwedaneke qehremanî nîşan da, û di serhildanên Kurdan gelek destanên bi vî rengî derketine.

Şehîd Nûreddîn Sofî nirxandina xwe didomîne û dibêje, "Lêbelê, ev berxwedan, tevî fedakarî, û wêrekiya xwe, ne modern bû an jî li ser rêbazên zanistî bû. Ew bi giranî hestyarî bû, ku şansên serketinê kêm dikir. Şerkirina bi aqilane, li ser bingeha prensîbên zanistî û taktîkên nûjen, kêm bû, û ji ber vê yekê, taktîkên şerê nûjen di nav gelê Kurd de pêş neketin."

Sofî destnîşan dike ku di dîroka Kurdistanê de, di navbera dijminan û eşîrên Kurd de, şêweyên şerkirinê yên wekî şerê xendekan (kozikan) hebûn, û ev rêbaz heta dawiya sedsala 20`an dewam kir. Lêbelê, ev rêbazên kevneşopî nekarîn li hember teknolojiyên leşkerî yên pêşkeftî yên dewletên otorîter bisekinin, ku şansê serkeftinê tevî wêrekî û qurbaniyên gel, kêm kir.

Sofî wiha zêde dike, "Di vê çarçoveyê de, Rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê îdeolojiyek nû da nasandin û nêzîkatiyek cûda ji bo têkoşînê pêşniyar kir. Ji bo bidestxistina serketinê, hewcedariya taktîkên nûjen ên li ser bingeha rêbazên şerê gerîla yên sedsala 20`an wekî rêbazek ji bo rizgarkirina gelên bindest derket holê."

Di dawiya nirxandina xwe xwe de, fermandarê şehîd Nûreddîn Sofî diyar kir ku "her her çend gelê Kurd berê di vî warî de xwedî ezmûnek berfireh nebû jî, ezmûnên neteweyên din, wekî Kuba, Vîetnam û Çîn, serkeftina vê taktîkê di pêkanîna şoreşê de bidestxistina serkeftinan de îspat kiriye."

FERMANDARÊ ŞEHÎD NÛREDDÎN SOFÎ BI KURTASÎ:

Nûredîn Sofî, li gundê Mişêrfa yê Qamişloyê ji dayik bû. Sofî ku li Qamişloyê mezin bû û piştre ji bo xwendina zanîngehê çû Helebê, Tevgera Apoyî li vê derê nas kir û tevlî nava tevgera ciwanên şoreşger welatparêz bû. Di Tebaxa 1990'î de biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava refên PKK'ê bû. Çû gel Rêber Apo û li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê beşdarî perwerdeya xwe ya destpêkê bû.

Sofî ji Bekaayê derbasî Kurdistanê bû. Li Heftanînê dest bi gerîlatiyê kir. Piştre derbasî herêma Qilabanê bû û li Bakur gerîlatî kir. Di demeke kurt de gihîşt asteke girîng, sala 1991'ê li Qilabanê bû fermandarê tîm.

Sala 2000'î li hemberî êrişên li ser hêzên gerîla li Qendîlê di şer de bi roleke çalak tevgeriya. Eniya ku lê bû di bin êrişên giran de bû, lê belê li gel vê yekê jî bi mîlîmekê jî paşve gav neavêt û bi yên pê re êriş hemû şikand. Sala 2003'an bû fermandarê eyaleta Amedê û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Di Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de li eyaleta Amedê pêşengî kir, kir ku gelek çalakî bêne lidarxistin. Bi vî rengî li hemberî meyla tasfiyekar, xiyanetkar sekn û helwest nîşan da ku meyleke bi vî rengî li ser PKK'ê dihate ferzkirin.

Heta sala 2007'an fermandariya eyaletê meşand, li vê derê pergaleke bi hêz ava kir û karê gelekî xurt meşand ku cihê xwe di dilê gelê Amedê de girt. Ji bo Meclîsa Partiyê ya PKK'ê hate hilbijartin ku sala 2005'an jinûve ava bû û bû endamê Komîteya Navendî.

Sala 2007'an piştî ku ji eyaleta Amedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû ji bo pêşengiyê ji karên gel re bike tevlî nava KONGRA-GEL bû. Di nava karên KONGRA-GEL de bi rê, rêbaz û tempoya xwe gihîşt asteke xurt. Lê belê hem daxwaza wî, hem jî daxwaza yên ku ew nas dikirin ew bû ku careke din li karên leşkerî vegere.

Ji sala 2009'an heta bi sala 2013'an wezîfeya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê meşand. Sala 2011'an dema ku dewleta Îranê êriş bir ser Qendîlê, bi xwe tevlî şerê parastinê yê li vê derê bû, bi tecrûbeya xwe ya kûr şer bi rê ve bir û tevkariyên girîng lê kir ku bi ser bikeve.

Sala 2012'an di meşandina şerê Gel ê Şoreşgerî û beralîkirina êrişên dewleta Tirk de beşdarî gelek pêngavan bû. Ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakur bilind bike sala 2012'an weke Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi xwe derbasî Botanê bû. 

Sala 2013'an piştî ku bi destê çeteyan êrişên giran li ser gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê hate kirin, Sofî bi daxwaza xwe, ji bo tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe ji nava refên gerîla cihê bû. Ji ber ku ewladekî bi xêr, fermandarekî şareza û şoreşgerekî pêşeng ê gelê Rojavayê Kurdistanê bû, ji bo karibe li warê lê ji dayik bûye beşdarî şoreşê bibe, bi rê ket.

Sofî ku fermandar û şoreşgerê pêşeng ê gelê Rojava bû, ji bo dîtina hevalên xwe yên berê serdana çiyayên Kurdistanê kir ku 24 salên xwe lê derbas kiribû. Dema ku serdana Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel dikir, 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de, şehîd bû.

Şehîd Nûredîn Sofî mîrateyek mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Ew bi taybetmendiyên xwe yên rêbertiyê, rewşenbîriya xwe ya berfireh û hêza xwe ya bandorkirina li kesên li dora xwe dihat nasîn. Ew her wiha yek ji wan kesayetan bû ku xebata leşkerî, ramyarî û rêxistinî bi hev re kir û bû yek ji rêberên herî berbiçav di dîroka tevgera Kurd a hemdem de.

(k)

ANHA