Bedenên Reqayê ji bêxwedîtiyê hildiweşin

Li Reqayê deverên dîrokî ji bêxedîtiyê hildiweşin. Ji bo parastin, sererastkirina deverên dîrokî bang hat kirin.

Bedenên Reqayê ji bêxwedîtiyê hildiweşin
6 nîsan, 2026   11:26
REQQ

Li gorî agahiyên ku şêniyên ji Reqayê dane, devera şûnwarî ya "Qesir El Benat" û Sûra dîrokî ya Reqayê ku dîroka wan vedigere serdema Ebasiyan de ji bêxedîtiyê hildiweşin.

Ji dîmenên ku hatine parvekirin, parçeyên her du deveran ji ber rewşên xwezayê xirab bûne.

Bikarhînerên medya dîjîtal ku dîmenên rewşa dawîn a cihên dîrokê yên li Reqayê parve kirine, xwestin bernameyeke paqijkirin, sererastkirin û parastina deverên dîrokî were dayîn û ji bo pêşîgirtina li lîstina bi van deveran tedbîr bêne girtin.

(bb)