Xwendekar û mamosteyên başur beşdarî çalakiyên piştgiriya Rojava bûn

Çalakiyên li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo piştevaniya Rojava didomin, xwendekar û mamosteyên Bakûrê kurdistanê jî beşdarî van çalakiyan bûn.

Xwendekar û mamosteyên başur beşdarî çalakiyên piştgiriya Rojava bûn
25 ÇILE, 2026   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên li her çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê yên ji bo xwedîderketina li Rojava berdewam in. 

Îro li bajarê Silêmaniyeyê û çemçenalê , li gelek bajarên Herêma Federe ya Kurdistanê çalakî û meş tên lidarxistin.

 Mamoste û xwendekarên tev li çalakiyê bûn, ala Herêma Kurdistanê li ba kir.

Piştî xwendina sirûda neteweyî ya gelê Kurd “Ey Reqîb”, dirûşmên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Yeke yeke yeke gelê Kurd yek e" û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û meş hat lidarxistin. 

 Di çalakiyê de hate gotin ku çalakiyên tên lidarxistin dikarin ji bo Rojava veguherin çekekî manewiyatê, yekitiya gelê Kurd tirsê dixe nava dilê hemû dijminan û heke wiha bidome dê gelê Kurd bigihije armanca xwe. 

ÇEMÇEMAL

Mamosta û xwendekarên dibistana Pêşewa ya li navçeya Şoreş a ser bi bajarokê Çemçemalê, mamoste û xwendekaran, beşdarî çalakiya ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bûn.

Waneya yekem ji bo piştgiriya Rojava hate veqetandin û mamosteyan bi xwendkaran re dîroka gelê Kurd, têkoşîn û berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîqaşkirin.

PİŞTRE XWENDEKARAN SİRÛDA NETEWEYÎ Û HELBEST XWENDİN.

Hêjayî gotinêye ku li ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Herêma Kurdistanê, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kuridstanê û doza gelê Kurd hate veqetandin û hişyariya neteweyî ji bo xwendekaran hate ravekirin.

HEWLÊR

Bi beşdariya xwendekar û mamostayên Zanîngeha Polî Teknîk ya Hewlêrê, di çarçoveya çalakiyên piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hate lidarxistin.

Xwepêşanderan ragihandin ku pêwîste her kes piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Hêjayî gotinêye ku li ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Herêma Kurdistanê, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kuridstanê û doza gelê Kurd hate veqetandin û hişyariya neteweyî ji bo xwendekaran hate ravekirin.

HELEBCE

Şêwirmendê Dibistana Seretayî ya Sîrwan ya li Helebceyê Srwet Tofîq derbarê mijarê de ji ajansa mere axivî û got; “Me waneya ewil ya xwendevanan ji bo berxwedana li Rojavayê Kurdistanê û dijminatiya li ser ax û dijî netewa me veqetand.”

Xwendevana bi navê Nima Harun jî li ser mijarê axivî û got; “Veqetandina waneya ewil ya mijarên me ya ji bo Rojavayê Kurdistanê cihê kêfxweşiyê ye. Îro mamostayên me behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin, em bivê gelek kêfxweşin, divê em piştgiriya wan bikin.”

KOYE

Li dibistana Danewendî ya Gomeşîn Şêxan ya ser bi perwerdeya navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê jî, dibin dirûşmeya ‘Rojava û Rojhilatê Kurdistan yek welat’ waneyên ewil ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hate veqetandin.

Rêveberê dibistanê Helmet Semede ji ajansa mere axivî û got; “Me îro behsa xebata Rojavayê Kurdistanê ya ku niha dibin êrişên komên tundrewdene kir. Divê zarokên me fêrî nîştimanperweriyê bibin, ev gelek girînge. Divê berxwedana li Rojava pîroz bibînin, divê bizanin niha bi navê ol dixwazin gelê Kurd tine bikin.”