Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan

Nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk li ser mijara entegrasyona siyasî bi şandeyeke hikumeta demkî ya Sûriyeyê re civiya.

Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
Nûnerên PYD’ê û şandeya hikumeta demkî li hev civiyan
21 nîsan, 2026   14:37
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê û pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê de, îro Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda xwe ya li Qamişloyê, bi şandeyeke siyasî ya hikumeta demkî re civiya.

Şandeya hikumeta demkî ji serokê Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê Hesen Ebas, hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Viviyan Beho û Hesen Şero û şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Hesen pêk tê. Şande ji hêla hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsiv û hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Sema Bekdaş û Silêman Ereb ve hat pêşwazîkirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin û li gorî çavkaniyên agahdar, nîqaş li ser entegrasyona siyasî tên kirin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku tê payîn ku şande serdanên navendên partî û hêzên siyasî yên din ên li herêmê bike.

(k)