Li Hesekê semînerek li ser komkujiyên li dijî Ermenan hat dayîn

Têkildarî dîrok û komkujiyên li dijî gelê Ermen hatine kirin, semînerek li bajarê Hesekê hat dayîn.

21 nîsan, 2026   14:12
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Ermenî, bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermenî semînerek bi sernavê “Jenosîda Ermenan di Navbera Bîranîn û Mirovahiyê de" li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê da. Endamên meclisê û gelek kes beşdarî semînerê bûn. Semîner bi boneya nêzîkbûna salvegera 111'an a komkujiyên Osmaniyan ên li dijî gelê Ermen (24 Nîsanê) hat birêxistinkirin. 

Semîner ji aliyê serokê Komîteya Çandê ya Meclisa Civakî ya Ermenî Hena Somê ve hat dayîn.

Hena Somê dîroka gelê Ermen, pêvajoyên pêşketina şaristaniya wê, her wiha erdnîgariya Ermenistanê şîrove kirin û bal kişand ser komkujiyên ku di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20 de li dijî Ermenan hatine kirin. Her wiha Somê îşaret bi pêvajoyên berê van komkujiyan, Serhildana Sasonê, pêşketinên siyasî yên di dema Osmaniyan de kir.

Di semînerê de girîngiya bîranîna van serpêhatiyan, pêşxistina nirxên jiyana hevbeş û edaleta mirovî hat vegotin.

(bb)

ANHA