Bi panelekê qurbaniyên komkujiya li dijî Ermenan bi bîr anîn

Partiya Yekiya Ermenî bi boneya salvegera 111'an a komkujiya li dijî gelê Ermen panelek li dar xist.

21 nîsan, 2026   14:56
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Ermenî bi navkariya Meclisa Civakî ya Ermenî-Nivîsgeha Til Temirê bi boneya nêzîkbûna salvegera komkujiyên li dijî gelê Ermen, panelek li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdên Asûrî ya Til Temirê li dar xist.

Axaftina destpêkê ji aliyê endama Partiya Yekitiya Ermenî Sîlda Sîmon ve hat kirin. Sîlda Sîmon got bîranîna vê boneyê dilsoziya bi qurbaniyên komkujiyê re ye û pêwîstiya parastina rastiya dîrokî û rûbirûbûna polîtîkayên înkarê nîşan dide.

Piştre endamê Nivîsgeha Siyasî ya partiyê Can Marodo panel bi rê ve bir û diyar kir ku komkujî ne bûyereke ji rêzê bû, lê sûcekî plankirî yê li dijî gelekî bû ku şopên wê yên mirovî û çandî hîna hene.

Can Marodo got têkoşîna gelê Ermen a ji bo naskirinê jenosîdê dozeke mirovî ye û bîranîna vê boneyê dihêle ku siberoja gelan were parastin û rê li ber trajediyan bê girtin.

Di dawiyê de beşdaran nêrînên xwe li ser mijarê anîn ziman û got divê sûcên hatine kirin werin belgekirin, komkujiyên li dijî Ermenan di qada navneteweyî de werin naskirin û çanda diyalogê û jiyana hevbeş were pêşxistin.

(bb)

ANHA