Nûnerê DYA’yê: Îran dikare piştî hefteyekê bombeya atomî çêbike, em qebûl nakin

Nûnerê Amerîkî Steve Witkoff hişyarî da ku Îran dikare piştî hefteyekê bombeya atomî çêbike, û diyar kir ku Washington vê îhtîmalê qebûl nake.

Nûnerê DYA’yê: Îran dikare piştî hefteyekê bombeya atomî çêbike, em qebûl nakin
22 sibat, 2026   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîkî Steve Witkoff  ragihand ku Îran dikare piştî hefteyekê bombeya atomî çêbike, û diyr kir ku pêwîst e Îran bi berpirsyarî û di çarçoveya dan û standinên atomî de tev bigere.

Witkoff destnîşan kir ku Donald Trump zextê li Tehranê dike da ku piştrast bike ku ew hêzên nukleerî yên leşkerî pêş naxe û got, çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê yên Îranê "ji armancên nukleerî yên sivîl wêdetir diçin."

Derbarê rewşa Xezayê de, nûnerê Amerîkî behsa planên peydakirina xanî û veguhastina giştî kir, bêyî ku saziya pêkanînê an hûrguliyên projeyê eşkere bike.

Di mijara Ukraynayê de, Witkoff geşbîniya xwe anî ziman û diyar kir ku wî ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin işaterên erênî wergirtine. Her wiha behsa îhtîmala lûtkeyek ku Trump, Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bîne cem hev kir.

(k)