400 malbat ji bo vegerê Efrînê amade ne

Çavkaniyên me diyar kirin ku 400 malbatên ji Efrînê ji bo vegera navçeya Mabata, Şiyê û Cindirêsê amade ne.

400 malbat ji bo vegerê Efrînê amade ne
22 sibat, 2026   12:35
QAMIŞLO

Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de di sala 2018’an de zêdetirî 300 hezar Efrînî ji warê xwe koçî Şehba, Heleb, kobanê û Cizîrê bûn. Di encama êrişên li dijî rejîma Baasê de (27’ê Mijdar-8’ê Kanûna 2024) Efrîniyên ji Şehbayê koçî bajarên Reqa, Tebqa, Qamişlo û Hekesê bûn. 6’ê Çileyê (2026) çeteyên dewleta Tirk, û komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê ku piraniya xwe Efrînê bûn kirin, di 17’ê Çileyê de êrişî Dêr Hafir û Tebqayê û di 18’ê Çileyê de jî êrişî Reqayê kirin. 

Di encama van êrîşan bi hezaran koçberên Efrînî yên li van bajaran berê xwe dan Cizîr û Kobanê.

Di 29’ê Çileyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî de çêbû, yek ji xala bingehîn a vê peymanê jî vegera bi ewle ya koçberan bû.

Her çendî xalek girîng a peymanê vegera bi ewle ya koçberan jî be, lê heta niha pêngavek berbiçav nehatiye avêtin.

Di 16’ê Sibatê de Kombenda Efrîn a Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê der barê vegera bi ewle ya Efrîniyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê derdora 400-500 malbatan vegerin navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê.

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwe girtine, ev hefteyek e ku ji bo vegera koçberan û pêwîstiyên vegerê dan û standin di navbera Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê de çêdibe. Di hefteya borî de meclisê li ser pêwîstiyên vegera koçberan raporek da NY, lê heta niha NY bersivek nedaye meclisê.

Çavkaniyên me diyar kirin ku 400 malbat ji bo vegerê amede ne, dê di vê hefteyê de ji bo vegerê rojek bê diyarkirin û dê 400 malbat vegerin navçeyên bajarê Erfîrnê ya Mabata, Şiyê û Cindirêsê.

(bî-sb)

ANHA