Ukraynayê bîlançoya şer aşkera kir

Artêşa Ukraynayê ragihand ku ji 24’ê Sibata 2022’an ve nêzî mîlyon û 259 hezar û 780 leşkerên wê di şer de hatine kuştin û birîndar bûne.

Ukraynayê bîlançoya şer aşkera kir
22 sibat, 2026   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bi daxuyaniyekê ku li ser rûpela xwe ya Facebookê weşandiye, bîlançoya şerê wê û Rûsyayê aşkera kir.

Li gorî bîlançoyê, ji 24’ê Sibata 2022’an ve hejmara birîndar û kuştiyên leşkerên artêşa Ukraynayê nêzî mîlyon û 259 hezar û 780 kes e. Ji vê hejmarê 890 birîndar û kuştiyên 24 saetên dawîn e.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku hêzên Ukraynayê ji destpêka şer ve 11 hezar û 694 tank, 24 hezar û 69 wesayîtên zirxî, 37 hezar û 470 pergalên obîsan, hezar û 652 mûşek û hezar û 303 pergala parastina hewayî rûxandine.

Her wiha hate ragihand ku 435 balafirên şer, 348 helîkopter, 142 hezar û 113 dron, 4 hezar 314 fuzeyên krûz, 29 keştîyên şer, 2 binavbehr, 79 hezar 500 wesayît û tankên sotemeniyê û 4 hezar û 073 yekîneyên alavên taybet ên artêşa Rûsyayê hatin rûxandin.

(bb)