Nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 8ˈan de ye

Di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Pirsûs û Kobanê de, banga xwedîderketina li Rêber Abdullah Ocalan hate kirin. Di nobedê de her wiha ji bo meşa 3'ê Çileyê ya li Pirsûsê jî bang hate kirin.

Nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 8ˈan de ye
30 kanûn, 2024   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûs a Rihayê hatiye destpêkirin, di roja 8’an de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn.

Li gel serma û baranê jî çalakî dewam dike. Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û li ber pankarta bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" daxuyanî hate dayin.

Nûnerê navçeya Xana Axpar a MEBYA-DER'ê Ridvan Oncel daxuyanî da û bi bîr xist ku beriya 10 salan ew li ser sînorê Kobanê bûn û got, "Ji bo komkujî neyê kirin em hatin vê derê. Ji bo meşa 3'ê Çileyê ya li Pirsûsê em banga tevlîbûnê li her kesî dikin."

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar anî ziman ku ew piştgiriyê didin gelê Kobanê û got, "Divê çeteyên Erdogan ên ji bo pereyan şer dikin xwe ji Rojava vekişînin. Di hevdîtina doh a li Îmraliyê de Rêbertî peyameke girîng da. Ji bo peyama gihîşt me, em dibêjin 'em amade ne'. Divê xwedîderketin li peyama Rêbertî bê kirin. Heta ku Rojava azad bibe em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Çawa ku di sala 2014'an de me bi ruhê Kobanê li ber xwe dan, em ê berxwedana xwe dewam bikin. "