Rejîma Îranê 3 ciwanên Kurd binçav kirin

Kolbernews’ê ragihand ku rejîma Îranê 3 welatiyên Kurd li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê binçav kirin û heta niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Rejîma Îranê 3 ciwanên Kurd binçav kirin
30 kanûn, 2024   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kolbernews’ê belavkirî, 3 welatiyên Kurd ên bi navê Xalid Mihemediyan ê xelkê gundê Nistan a ser bi bajarê Serdeşt û niştecihê bajarê Rebet, Emîn Bazyan ê 22 salî û xelkê Pîranşar û Weyse Xefûrî yê 25 salî û xelkê Pîranşar ji aliyê hêzên Îtlaatê ya Îranê ve hatin binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birin.

Hate diyarkirin ku her sê welatî bêyî fermana dadgehê û bikaranîna tundiyê hatine binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.

Her wiha hate ragihandin ku di nava çend rojin borî de hejmara kesên li bajarê Pîranşarê hatîn binçavkirin gihişt 6 kesan.