Nivîskara ji Somalîlandê: YPJ modeleke bibandor e ku divê were piştgirîkirin

Nivîskara ji Somalîlandê Leyla Jamî peyameke piştgiriyê ji YPJ’ê re şand û diyar kir ku ezmûna YPJ`ê modeleke bibandor e ji bo rola jinan di parastin û biryardanê de.

Nivîskara ji Somalîlandê: YPJ modeleke bibandor e ku divê were piştgirîkirin
1 gulan, 2026   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskara ji Somalîlandê Leyla Jamî peyameke piştgiriyê ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re şand û baweriya xwe ya kûr bi rola YPJ`ê di warên parastinê û civakî de anî ziman.

Leylayê diyar kir ku ezmûna YPJ`ê ne hûrguliyek demkî ye, û ne jî bi danasînên teng an jî wekî qonaxek demkî were şîrovekirin. Berevajî vê, ew bûye veguherînek kûr di rola ku jin dilîzin û beşdariya wan di şekildana têgehên parastin, rêxistin, beşdariya civakî û siyasî û biryardanê de.

Leylayê rexne li helwesta hikumeta demkî ya neqebûlkirina hebûna jinan di nav avaniya saziyên parastinê de kir û got: "Îro, di nav veguherînên berdewam de, helwestek xerab derketiye holê, ku hikumeta veguhêz hebûna jinan di nav avahiya saziyên parastinê de napejirîne. Ev neqebûlkirin, ne tenê biryarek siyasî nîşan dide, lê di heman demê de biryardariyek ji bo ji nû ve hilberandina pergalên ku jinan paşguh dikin û rola wan wekî îstîsnayek bêkêr dibînin, eşkere dike."

Leyla Jamî ev lê zêde kir: "We îspat kir ku hebûna jinan di eniyên parastinê de ne vebijêrkek ji rêzê ye, lê pêdiviyeke rastîn e û modelek li ser bingeha hişmendî, rêxistin û ezmûna pratîk e. Tiştê ku we ava kiriye nayê jêbirin an paşguhkirin, divê ew were parastin û pêşvexistin."

Her wiha diyar kir ku destkeftiyên YPJ`ê ji bo siberojeke li ser bingeha edalet û aramiyê pêdiviyeke rastîn e.

Di dawiyê de Layla Jamî piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê anî ziman û diyar ku ew ê ji bo parastina mafê jinan kampanyayan bide destpêkirin û li her platformekê doza parastina destkefiyên jinan bike.

(k)