Beşdarên Konferansa Berlînê banga agirbestê ji bo Sûdanê kir

Beşdarên Konferansa Berlînê belgeya ‘Prensîbên Berlînê yên der barê Sûdanê de’ pejirand. Di belgeyê de hatiye destnîşankirin ku alozî bi rêyên leşkerî çareser nabin û banga agirbest û pêvajoya siyasî hatiye kirin.

Beşdarên Konferansa Berlînê banga agirbestê ji bo Sûdanê kir
1 gulan, 2026   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

15'ê Nîsanê bi mijara piştgiriya mirovî li Sûdanê konferansek li paytexta Almanyayê Berlînê hat lidarxistin. 

Welat û rêxistinên herêmî û navneteweyî yên beşdarî konferansê bûbûn, belgeyek bi navê "Rêgezên Berlînê yên der barê Sûdanê de" pejirand.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya, Almanya, Fransa, Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Afrîkayê,  Îmarat, Erebistana Siûdî, Misir, Qeter, Tirkiye, Cîbûtî, Etiyopya, Kenya, Uganda, Sûdana Başûr, Çad, Norwêc û Swîsre, Neteweyên Yekbûyî, Desteya Navdewletî ya Pêşvebirinê (IGAD) û Lîga Dewletên Ereb jî di nav de, 20 aliyên navneteweyî û herêmî belge pejirand.

Belgeya Rêgezên Berlînê yên der barê Sûdanê de ji 12 bendan pêk tê. Di belgeyê de tê gotin ku alozî bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin, banga agirbesteke mirovî, piştre agirbesteke mayînde, diyaloga navxweyî bi pêşengiya sivîlan û mîsogerkirina jinan di proseya siyasî de tê kirin. Her wiha hatiye destnîşankirin ku divê pêvajoyeke siyasî bi pêşengiya sivîl were destpêkirin û balê bikişîne ser yekparbûn û serdestiya Sûdanê.

Di hin beşên belgeyê de tê gotin, divê her destekeke ji derve ve ku şer dirêj dike, were rawestandin, der barê sûcên şer û sûcên dermirovî de lêpirsîn were destpêkirin û sûcdar werin darizandin. Her wiha piştgiriya edaleta veguhêz û xebatên jinûve avakirinê werin kirin.

Li gorî daneyan, di encama şerê li Sûdanê de ku dewam dike, 150-400 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 4 milyon kes penaberî derveyî Sûdanê bûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî pêdiviya nêzî 33 milyon kesî bi alîkariyên mirovî heye, lê rêjeya fînanseya mirovî ya îsal ji rêjeya ji sedî 8 derbas nake.

(bb)