Ciwanên Amûdê ji bo parastina bajêr tabûrek ava kir

Komeke ciwanên bajarê Amûdê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya QSDˋê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina bajêr û pêkanîna ewlehî û îstîqrarê de bikin, tabûrek ava kir.

Ciwanên Amûdê ji bo parastina bajêr tabûrek ava kir
Ciwanên Amûdê ji bo parastina bajêr tabûrek ava kir
Ciwanên Amûdê ji bo parastina bajêr tabûrek ava kir
Ciwanên Amûdê ji bo parastina bajêr tabûrek ava kir
30 ÇILE, 2025   20:48
AMÛDÊ

Gelek ciwanên ji bajarê Amûdê ragihand ku ji bo parastina bajarê ji êriş û hewldanên têkbirina îstîqrarê tabûrek ava kir.

Li gorî endamên tabûrê, ev tabûr ji bo parastina bajêr û gundewarê wî li hember tevgerên şaneyên DAIŞˋê yan jî êrişên dewleta Tirk hat avakirin.

Endamên tabûrê diyar kir ku ew amade ne parastina herêm û bajêr xwe li kêlek Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin.

(fr)

ANHA