Li Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di bûyerên ku 24 saetên dawîn de 5 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin
14 tîrmeh, 2026   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de kuştina 5 kesan hatin belgekirin.

Parêzerek ku di teqîna berî çend rojan a li qehwexaniya nêzî avahiya dadweriyê ya Şamê de birîndar bibû, duh jiyana xwe ji dest da. Li gundê Cebirlî yê Girê Spî yê Reqayê kesek û kurê wî di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Qesebê yê gundewarê Quneytîrayê ciwanek di encama pevçûna di navbera 2 malbatan de jiyana xwe ji dest da. Li bajarokê Qemhana yê bakurê Hemayê jî kesek di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

(bb)