Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan

Li bajarê Hesekê dikandaran ku tabeleyên bi nivîsên Kurdî li dikanên xwe daliqandine  gotin. "Zimanê me nasname û hebûna me ye û em ê biparêzin."   

Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
Nivîsên Kurdî li ser tabeleyên dikanan
13 tîrmeh, 2026   05:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Zîhniyeta sîstema Baas û projeya kembera erebî derbas nebûne. Hikûmeta demkî hîna li gorî polîtîkayên sîstema Baas nêzî pêkhateya Kurd û pêkhateyên dîtir ên Sûriyeyê dibe. Li hemberî van polîtîkayan dikandar li bazarê û li ber çavên her kesî hebûna zimanê kurdî diparêzin. Navê kurdî ji bo dikanên xwe bikartînin mînak navê Rojava, Firat û Dicle, Kurdistan, Serêkaniyê, Şehîd Şervan û hwd bi kar tînin. Her wiha li gel zimanê kurdî navê dikanên xwe bi suryanî û erebî jî dinivisînin. 

Cemal Mecîd Îsa xwediyê dikana ‘Firat û Dicle` got: "Min ji zû ve navê dikana xwe bi kurdî jî nivîsandibû. Di dema rejîma Baasê de min bi tîpên biçûk nivîsandibû. Piştî Şoreşa Rojava min bi tîpên mezin navê dikana xwe bi zimanê kurdî nivîsand. Rejîma Baas destûr nedida ku em bi zimanê xwe bixwînin û binîvsînin. Gelê Kurd yek ji gelên bi zimanê xwe yê dayîkê û bi çanda xwe ve girêdayî ye. Bi rêbazên komkujî, kuştin, paşguh kirin û îşkenceyê xwestin me ji zimanê me dûr bixînin, lê em bi zimanê xwe yê dayîkê ve girêdayî ne. Zimanê me nasnameya me ye."

Îsa destnîşan kir ku ew li gel zimanê kurdî bi zimanê suryanî û erebî jî navê dikanên xwe nîvisandiye û got: "Dixwazim her kes fêm bike. Ew ji pirrengî û dewlemeniya zimanan hez dikin."

Îsa girêdana xwe ya bi zimanê kurdî ve wiha îfade kir: "Ziman nasname û hebûna me ye û ji bo me tê wateya her tiştî. Em rêz didin pêkhateya Suryan û Ereb jî û bi zimanê wan navê dikanên xwe dinivisînin. Di navbera pêkhateyan de pirsgirêk nîn in, lê pirsgirêk di sîstemên serwer û destwerdanên derve de ye."

Di dawiyê de Îsa wiha got: "Rojava di navbera her du ceman de ye, lew ra min navê dikana xwe kir Firat û Dicle."

Wail Ebdulqadir Yûsif jî got: "Piştî ku şoreşa Rojava dest pê kir (2012) min navê dikana xwe kir Rojava. Min xwest êdî em û nifşên bê zimanê xwe bi kar bînin û biparêzin."

(np)

ANHA