Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan li dijî hewldanên hikumeta demkî yên paşguhkirina rola YPJ‘ê, bû qadeke piştevaniyê. Tevger bi çalakiyan balê dikişîne ser keda YPJ‘ê. Rêvebereke tevgerê diyar kir ku heya pêkanîna armancên kampanyayê dê xebatên xwe bidomînin.

Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
Hîlala Zêrîn piştgiriya YPJ‘ê didomîne
13 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye" de ku di Nîsana îsal de ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava ve hatibû destpêkirin,  Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan di 4‘ê Hezîranê de bernameyeke piştgiriya YPJ‘ê dabû destpêkirin.

Di çarçoveya bernameyê de li bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Kobanê konser hatin lidarxistin, şano hatin pêşandan û pêşangeh hatin vekirin.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn û endama komîteya amadekar a kampanyayaê Rûken Mihemed der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Ruken Mihemed got: "Me di hemû meydanan de şerên sor û spî kirin. Ya yekemîn şerê çek û xwînê bû. Me bi rêbazên hunerî yên afirînerî jî şerê duyemîn kir anku şahî li dar xistin, şano pêşkêş kirine û pêşangehên hunerî li herêmên Cizîrê û Kobanê bi rêxistin kirin."

Rûken Mihemed bal kişand ser feraseta dûrxistinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê û anî ziman ku sîstema bi pêşengiya jinan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikumeta heyî ve nayê qebûlkirin û wiha got: "Di demekê de ku ev rejîm ji nû ve xwe ava dike, jin ji destpêka şoreşê ve û heya niha têkoşîna xwe bê navber didomînin. Di serî de jin, em gelê Kurd, me ji bo parastina nirxên ku Tevgera Hîlala Zêrîn ava kirine têkoşîneke dem dirêj dikin. Ji herêma di navbera Çiyayên Zagros û Torosê de nirx û afrîneyên jinan hatin parastin. Wezîfeya me îro ew e ku em van nirxan belge bikin û di bîra dîrokî de biparêzin û veguhêzên nifşan siberojê."

Rûken Mihemed diyar kir ku YPJ sîwana jinên ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "YPJ nasnameya me ya hebûnê ye. YPJ‘ê bi hêz û îradeya xwe li asta Rojhilata Navîn nasîna pratîk û berbiçav bi dest xistine. Lewre înkarkirina wê di çewherê xwe de jiholê rakirina hebûna me wekî jinan e an jî înkarkirina me ye."

‘YPJ’Ê YEKITIYA JINAN AVA KIR’

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed têkildarî çalakiyên ku bi armanca piştgiriya YPJ‘ê li dar xistine wiha got: “Me xwest bi çalakiyên hunerî beşdarî kampanayê bibin. Dilê her hunermendekê ji bo şoreşê lê dide. Tevahî çalakî bi tevlêbûn û coşeke mezin a şêniyan pêk hatin. Ev çalakî bi peyamên hunerî jiyana şervanên YPJ û berxwedana wan a li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê nîşan da. Her wiha bal kişand ser destkeftî û serkeftinên ku YPJ‘ê bi dest xistine.”

Rûkenê behsa çalakiya fedaî ya şehîd Arîn Mîrkan a di berxwedana Kobanê de, her wiha îradeya endama Hêzên Asayîşê Denîz Çiya ya di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de kir û diyar kir ku bi sedan jinên şêwekar têkoşîn û berxwedana jinan a di şoreşê de îfade kirin.

Têkildarî xebatên dema bê yên tevgerê, Rûken Mihemed anî ziman ku dê kampanya dewam bike ta armancên bigihêjin serî û wiha dawî li axaftina xwe anî:  "Her karekî ku em dikin ji bo xizmeta tevahî jinan û hêzên me ye. Em ê bi rêya palnel û mîhrîcanên jinan karê dewam bikin. Em piştgiriyê didin hemû çalakiyên bi doza tevlêbûna statuya YPJ‘ê di sazûmaniya Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de."

(bb)

ANHA