Nimûneyê fedakarî û vînê: Şehîd Mihyedîn Omer

Şehîd Mihyedîn Omer (65) di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bû û bû nimûneyê fedakarî û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Nimûneyê fedakarî û vînê: Şehîd Mihyedîn Omer
13 adar, 2025   03:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Mihyedîn cotkarekî gundê Rûbariya yê gundewarê bajarê Dêrikê bû. Di 19’ê Çileya 2025’an de, ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê, tev li konvoya gel bû û berê xwe da bendavê.

Di 21’ê Çileyê de şehîd Mihyedîn di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Şehîd Mihyedîn bavê 9 zarokan bû, 5 keç û 4 xort. Bi têkoşîn û welatparêziya xwe jî dihat naskirin.

Di destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Tîrmeha 2012’an de tev li şoreşê bû û bû hevserokê komîna gundê xwe.

Şehîd Mihyedîn endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bû û di salên pêşîn ên şoreşê de di avakirina komên parastina cewherî ya gundê xwe de rol lîst.

Keça şehîd Mihyedîn, şehîd Zinarîn Botan (Nejbîr Omer) a ku şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû, di 2015’an de di pêngava rizgarkirina bajarê Holê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şehîd bû. Birayê wî Şoreş Sozdar (Ebdurehman Omer) di 1998’an de di nav refên tevgera azadiya  Kurdistanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Hevjîna şehîd Mihyedîn, Nadiya Omer got: “Mihyedîn hevalê tevan bû, hem ên hundir hem jî yên derveyî malê. Tu carî westan nizanibû û her tim xizmeta malbata xwe dikir. Tevî nexweşiya wî ya gelek salan lê dîsa jî erkên xwe yên nîştîmanî pêk dianîn. Dema ku keça me şehîd bû, ew bi fedakariya wê serbilind bû her tim digot ‘ez ji rêya şehîdan dernakvim’.”

Cîranê şehîd Mihyedîn, Mihemed Şerîf Derwêş got: “Em bi hev re di komên parastina cewherî yên gund de bûn. Ew bi dilsozî nêzîkî karê şoreşgerî dibû. Di hemû çalakiyan de beşdar dibû, bi taybetî jî merasîmên şehîdan. Berî ku em berê xwe bidin Bendava Tişrînê, Mihyedîn serdana gora keça xwe ya şehîd kir, wek ku çawa xatir jê dixwaze."

Şehîd Mihyedîn tevî bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê berê xwe da Bendava Tişrînê ku êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin û peyamekê bidin cîhanê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî dagirkeriyê û çeteyên wê, yek in.

Şehîd Mihyedîn rûpelek din li dîroka fedakariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir ku heya niha jî sivîl û şervan destkeftî û mîrasa şehîdan li hember êrişên dagirkeran diparêzin.

(mh/fr)

ANHA