Şêniyên Til Birakê: Banga Rêbertî rêya rizgarî û avakirina civaka demokratîk e

Şêniyên Til Birakê ya kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û ev bang wekerêya bidawîkirina aloziyan, avakirina aştî, azadî û demokrasiyê û çareserkirina krîzan pênase kir.

Şêniyên Til Birakê: Banga Rêbertî rêya rizgarî û avakirina civaka demokratîk e
13 adar, 2025   02:35
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Şêniyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe vegotin.

Endama Meclisa Şaredariya Til Birakê Wenas El Abdela der barê mijarê de got: "Axaftina Rêbertî zelal û diyar bû; wî banga aştiyeke rast kir. Aştî û hemahengiya civakî tenê bi lihevkirina rasteqîn a di navbera hemû aliyan de pêk tê. "

Wensayê her wiha got: “Rêber hemû jiyana xwe ji bo avakirina bingehên aştî û lihevhatina bi jiyanê re û avakirina civakeke demokratîk terxan kir. Tişta ku em îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bi saya fikir û felsefeya wî ye. Lewma serkeftina pêngava wî ya aştiyê ji bo me girîng e.”

‘BANGA RÊBERTÎ DIKARE BIBE ÇARESERÎ JI BO ALOZIYA SÛRIYEYÊ’

Hevserokê Navenda Elektrîkê ya Til Birakê Farûq El Xelef bal kişand ser girîngiya banga çareserkirina aloziyan û got: "Em di wê baweriyê de ne ku pêngava Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aloziya Sûriyê dê bibe gaveke erênî, eger li ser erdê pêk were. Kesên ku bawerî bi ramana rêbertî anîn karînbûn rêxistina herî terorîs DAIŞ`ê têk bibin û aştî, aramî û azadiyê pêk bînin. "

El Xelef her wiha got: "Serkeftina vê bengewaziyê li ser milê her kesî ye, ji ber ku rêya rizgarî û pêşketina civakan e. Em vê yekê weke berpirsyariyeke netewî, exlaqî û mirovî dibînin û ji bo serkeftina wê em ê her tiştî bikin.”

‘BANGA RÊBERTÎ BANGA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK E’

Endama Meclisa Şaredariya Til Birakê Xitam El Hemada jî got: “Di peyama Rêbertî de hate destnîşankirin ku em weke gel ti carî meraqa şer û rijandina xwînê nebûne, lê ji bo parastina rûmeta xwe em neçar man ku çek hilgirin. Niha jî pêngava Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk, baweriya wî ya ku têkoşîna çekdarî rola xwe pêk aniye nîşan dide.”

Xitam di dawiya axaftina xwe de got: “Lê danîna çekan şert û mercên wê hene û ev yek tenê bi hebûna aştiyeke rasteqîn pêkan e. Çekên me jib o parastina rewa ne li hemberî şer û destdirêjiyê, dema aştiyeke adil û berfireh pêk were, em dikarin behsa qonaxeke nû bikin.”

(k)

ANHA