Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em bi biryar in gel û axa xwe biparêzin

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan destnşan kir ku dê herêmê ji êrişan biparêzin û di vê yekê de bi biryar in.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em bi biryar in gel û axa xwe biparêzin
30 cotmeh, 2024   07:10
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 23`yê Cotmehê ve êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin. Li hember wan êrişan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya mafên parastina rewa de, çalakiyên leşkerî kirin. 

Di wê çarçoveyê de Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad 24`ê Cotmehê baregehên dewleta Tirk topbaran kirin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî, êrişên li eniyên kantona Minbicê zêde kirin."

Hemdan soz da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û sivîlan, bê bersiv nehêlin û got: "Hêzên me, tevgera leşkerî ya dagirkeran li eniyên Minbicê dişopîne. Dagirkeran dikên moşekan, topavêjan û tank amade kirine."

Hemdan diyar kir ku li hember van tevgeran jî wan tedbîrên xwe girtine û li hember her êrişekê amade ne.

Îbrahîm Hemdan têkildarî êrişên dewleta Tirk 26`ê Cotmehê daxuyaniyek da bû û wiha gotibû: "Rola me ne tenê parastin e. Madem gelê me rasterast tê hedefgirtin, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî amade ne bi awayekî guncaw bersivê bidin."

Hemdan destnîşan kir ku erka wan a sereke û bingehîn parastina gel e û wiha domand: "Em ê ewlehiya herêmê û şêniyên kantonê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Em di vê yekê de bi biryar in."

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 24`ê Comtehê li dijî kantona Minbicê de, zaroka bi navê Fereh El Berho ya 11 salî şehîd bûbû û birayê wê Semîr El Berho yê 8 salî birîndar bûbû. Dewleta Tirk rasterast mala wan topbaran kiribû.

(şx/k)

ANHA