Nêzîkî hezar Iraqî ji kampa Holê ber bi welatê xwe ve ketin rê
239 malbatên Iraqî ku ji 944 kesan pêk tê, ji kampa Holê ya gundewarê Hesekê derketin û ber bi xaka Iraqê ve ketin rê.

Di çarçoveya proseya hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlehiyê, Komîteya Penaberî û Penaberan a parlamentoya Iraqê de, komeke nû ya malbatên Iraqê ji kampa Holê derketin.
Ev kom ji 239 malbatên Iraqî (944 kes) pêk tê.
Kom bi çavdêrî û parastineke giran a ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve, derbasî sînorê Iraqê bûn.
Ev gav, di çarçoveya xebatên vegerandina penaberên Iraqî yên li kampa Holê de, pêk tê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê ji kampên herî metirsîdar ên cîhanê ye. Di kampê de 13 hezar penaberên Iraqê, 15 hezar koçberên Sûriyeyî û nêzî 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî hene.
(mh/fr)
ANHA