Li Til Eranê kiryarên revandinê yên bêserûber

Komên çekdar êriş bi ser hejmarek welatiyên bajarokê Til Eren ê Kurd ê li gundewarê rojhilatê bajarê Helebê û bi dehan ciwan bêyî tu sedemên aşkera revandin.

Li Til Eranê kiryarên revandinê yên bêserûber
Li Til Eranê kiryarên revandinê yên bêserûber
Li Til Eranê kiryarên revandinê yên bêserûber
22 hezîran, 2025   20:38
HELEB
MIHEMED EBDO

Komên çekdar ku nehat zanîn girêdayî kê ne, beriya çend kêliyan li bajarokê Til Eran a Kurd a li gundewarê rojhilatê bajarê Helebê gelek êrişî welatiyan kir, bi ser malan de girtin û gelek ciwan revandin.

Êrişkarên rûpêçayî bi çekên giran weke erebeyên doçka li ser bi ser bajarok de girtin, malên hin welatiyan wêran kirin û hejmarek sivîlên bajarok revandin. Lê heta niha navên kesên hatine revandin nehat zanîn.

Gelek welatiyan ji nûçegihanê me yê ANHA’yê re aşkera kir ku bi armanca şantajkirina welatiyan ji bo ku pereyan bidin bertîlxurên saziyên ewlehiyê, kiryarên revandinê pêk hat. Welatiyan berpirsiyariya vê kiryarê hilda ser hikumeta veguhêz a Sûriyeyê.

Li bajarokên Til Eran û Til Hasilê çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 28’ê Tîrma 2013’yan de komkujî li dijî bi sedan xelkê her du bajarokan pêk anîn.

(fr)

ANHA