Rêveberiya Xweser êrişa xwekujî ya Şamê şermezar kir

Rêveberiya Xweser teqîna xwekujî ya ku dêrek li Şamê kiriye armanc şermezar kir û bi daxuyaniyekê bang li aliyên Sûriyeyê û navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe di têkoşîna dijî terorê û hesabpirsîna alîgirên wan de rakin û ji bo avakirina Sûriyeyek aram a li ser bingeha pirrengî û edaletê, bixebitin.

Rêveberiya Xweser êrişa xwekujî ya Şamê şermezar kir
22 hezîran, 2025   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê teqîna xwekujî ya ku dêra Mar Ilyas a li herêma Diwêla ya Şamê kiriye armanc, şermezar kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî vî karî terorîst a tirsonak a ku dêra Mar Ilyas a herêma Diwêla ya Şamê hedef girtiye şermezar dike. Di encamê vî karî de gelek sivîl bûn qurbanî. Em li hember vî karî hovane êş û xemgîniya xwe nîşan didin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Hedefgirtina perestgeh û cihên kombûna sivîlan, ji hovantirîn kiryarên terorane ne û zihmiyeta tarîtî ya ku aştiya civakê û mozaîka civaka Sûriyeyê ya pirreng hedef digire, nîşan dide. Ev sûcên hovane ne tenê bi armanca tirs û xofê bixin nava mirovan, lê hewldana hedefgirtina jiyana hevbeş û mozaîka dewlemend a li Sûriyeyê mayî, ye.

Em Rêveberiya Xwser, diyar dikin ku pêwîstî bi xebateke leztir û cidî heye ku sûcdar werin aşkerakirin û radestî edaletê bikin. Her wiha em diyar dikin ku em amade ne di têkoşîna dijî terorê de hevkariyê bikin û ji tevahî aliyên Sûriyeyê û navneteweyî daxwaz dikin ku di şerê li dijî terorê de berpirsiyariyên xwe rakin û hesab ji alîgirên wan bixwazin û ji bo avakirina Sûriyeyek aram a li ser bingeha pirrengî û edaletê, bixebitin.

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û piştgiriya xwe ji xelkê me yê Şamê re li hember vê êşê nîşan didin."

(fr)