‘Azadiya Rêbertî daxwaza tevahî gelan e’

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza tevahî gelan e û divê ev daxwaz were bicihanîn.

‘Azadiya Rêbertî daxwaza tevahî gelan e’
7 gulan, 2024   03:06
TEBQA
SELAM KÊRWAN

Şêniyên kantona Tebqayê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember daxwaza gel a pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got dê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan bidomînin.

Welatiya bi navê Cemîla El Elî têkildarî mijarê got: "Neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, bandoreke mezin li me kir. Piştî rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ’ê me paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan esas girt. Ruxmî siyaseta bêdengiyê ya saziyên navneteweyî û aliyên têkildar jî em ê her tim ramanên Rêbretî belav bikin."

Welatiya bi navê Ayda El Mihemed bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rizgarkirina jinan de. Ayda El Mihemed bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku daxwaza gelan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi cih bînin.

Welatiyê bi navê Yûsif El Ehmed jî bêdengiya hêzên navneteweyî wek tevkariya siyasetên tecrîd û pergala îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nirxand û got ew dê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta ku daxwaza wan bi cih were.

(bb)

ANHA