Ji MSD’ê peyama sersaxiyê ji bo Rûsyayê

MSD’ê ji ber êrişa li Moskovê peyameke sersaxiyê weşand û diyar kir ku ev êriş îsbat dike ku "Terorîst hîna hene û gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwin."

Ji MSD’ê peyama sersaxiyê ji bo Rûsyayê
23 adar, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji ber êrişa duh a li Moskovê peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de êrişa li Moskovê bi tundî hat şermezarkirin û sersaxî ji Federasyona Rûsyayê, gelê wê û malbatên qurbaniyan re hate xwestin. Hate gotin: "Asta vê êrişê careke din îsbat dike ku hêza terorîstan a ji bo mayînê hîna heye û gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwin. "

Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên navneteweyî hate kirin ku piştgiriyê bidin qurbaniyên vê êrişê û ji bo pêkanîna ewlehiyeke mayînde, ji bo bidawîkirina şer li cîhanê xebateke hevpar pêk bînin. Her wiha hate gotin: "Rûsya û tevahî gelên cîhanî layîq in ku bi ewlehî û aştî bijîn."

(bb)