Newroz Uysal: Pêngava Azadiyê li Tirkiye û Bakur bûye rojev

Parlamentera HEDEP`ê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku çalakiyên ji bo pêngava azadiyê têne lidarxistin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye rojev û got: “Di çalakiyên ji bo pêngavê de Bakurê Kurdistan roleke girîng û bandor dilîze. Dê çalakî bi awayekî xurttirîn bidomin.”

Newroz Uysal: Pêngava Azadiyê li Tirkiye û Bakur bûye rojev
17 mijdar, 2023   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Pêngava cîhanî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 10`ê Cotmehê li Strasburgê  û 74 navendan hate ragihandin. Bi ragihandina pêngavê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî çalakiyên piştevaniyê û xwedîderketinê hatin lidarxistin.

28`ê Cotmehê koma ku ji 78 kesan pêk tê, li Stenbolê deklarasyona “Banga Aştiyê” ragihand û banga rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd kir. 29`ê Cotmehê li Amedê 172 saziyan deklarasyonek bi navê 'Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê' aşkera kir û got, "Roj ew roj e ku Abdullah Ocalan karibe yekser xwe bigihîne gelan."  2′yê Mijdarê Hevserokên Giştî yên HEDEP`ê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û parlamenterên wan ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê da.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, têkildarî rewşa çalakiyên pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANHA`yê re axivî.

`EV KAMPANYA MÎRASA ÇALAKIYAN E`

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku her diçe tevlîbûna pêngavê zêde dibe û got: “Ev kampanya ne yekemîn e, lê mîrasa çakakiyên ku hatine kirine . Bi salane gelê Kurd û dostên Kurdan dibêjin di cîhanê de şer her ku diçe zêde dibe, lêgerîneke çareseriyê çêdibe. Di wê lêgerîna çareseriyê de nav û rola Birêz Ocalan çareseriya ku ji şerê cîhanê daye nîşandan tê femkirin û bi xwe re xwedîderketinekê tîne. Ji ber ku Birêz Ocalan di Girtigeha Îmralî de ne tenê girtiyek e, di bin tecrîdeke giran û mezin de ye. Ev bi xwe re nerazîbûneke polîtîk, hiqûqî û mafên mirovî jî tîne. Di şerê li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de hêzên ku di nav şer de pozîsyonên xwe digirin û hişmendiya ku dijî wan disekinin çareseriyê di şexsê Birêz Ocalan de dibînin. Ji bo ku ev bandora wê zêdetir bê dîtin hem şikandina tecrîdê hem jî azadiya Birêz Ocalan kampanyayeke mezin didin destpêkirin. Kurd jî di vê kampanyayê de roleke serekê dilîzin.”

`FİKRÊ BİRÊZ OCALAN DAXWAZA AZADİYA WÎ GERDÛNÎ KİR`

Newroz Uysal diyar kir ku ev kombûna li  derdora Rêber Abdullah Ocalan encama paradîgmaya wî ye û got: “Gelê Kurd ji bo nasîna bindestiya xwe û azadiya Rêberê Gelê Kurd gelek çalakî lidaxistin û dîplomasî pêş xistine. Ev naskirinê tîne lê bandora herî mezin Birêz Ocalan bi xwe ye. Piştî ku pirtûkên Birêz Ocalan hatin wergerandin û kesan bi dengê birêz Ocalan xwendin, vê yekê bawerî û bandorek mezin çêkir. Pêşketina gelê Kurd û destkeftiyên wê bi taybetî naskirina Şoreşa Rojava xwedîderketina li fikrê zêde kir. Ev jî daxwaza azadiya Birêz Ocalan gerdûnî û girîntir dike.” 

ÇALAKİYÊN PÊNGAVÊ Lİ BAKURÊ KURDİSTAN Û TİRKİYEYÊ

“Bi taybet li Bakurê Kurdistanê girîngiyek mezin dikeve ser milên me” bi van gotinan Newroz Uysal wiha bal kişand ser çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên lidarixistin: “Tirkiye gardiyantiya Îmralî û temsîliyeta şerê li dijî Kurdan dike. Ji ber wê çalakî, xebatên ji bo azadiya Birêz Ocalan bandoreke zêdetir bike. Di çarçoveya kampanyayê de di 9`ê Cotmehê de meşeke li dijî komployê li Amedê hat lidarxistin. Ev meş di bin gelek zext, êriş û binçavkirinan de pêk hat. Lê belê gelê Kurd û partiyên wê bi sekna xwe îradeya xwe nîşan da. Piştî meşê Tevgera Jinên Azad ji bo azadiya Birêz Ocalan bi navê `Jin Jiyan Azadî` kampanya da destpêkirin. Deklerasyon, civînên gel, atolyeyên li ser fikrên birêz Ocalan hatin li darxistin. 28`ê Cotmehê li Stanbolê 78 kesên ku nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar di nav de bûn  deklerasyonek li dar xist û azadiya Birêz Ocalan xwest. 29`ê Cotmehê 172 sazî û partî bi navê `Meşa Azadiyê` deklerasyonek li ser girîngiya azadiya Birêz Ocalan û aloziyên li Rojhilata Navîn deklerasyonek rgihand.. 18`ê vê mehê wê meşa Gemlîkê were lidarxistin.”

`WÊ ÇALAKİYÊN ME BİDOMİN`

Parlamentera HEDEP`ê Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku çalakiyên ji bo kampanya ne têrker in ku israra dewleta Tirk a polîtîkayên şer berdewam dike û ev tişt got: “Her çalakiyên em dikin li dijî wê êrişên tundraw têne kirin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan me serî li wezaretê û komisyona mafên mirovan da. Di meclîsê de her tim vê dûbare dikin lê belê nêzîkatiya dewleta Tirk ne di aliye siyasî ye, lê li ser asta hiqûqî nehatiye guhertin. Ev çalakî rojevek li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ava kiriye. Ji bo xurtkirinê wê çalakiyên me berdewam bikin.” 

ANHA