Netanyahu: Wê hikumeta bê biryara leşkeriya mecbûrî bide

Netanyahû got ku hikumeta wî ya bê dê biryara qanûna leşkeriya mecbûrî bide.

Netanyahu: Wê hikumeta bê biryara leşkeriya mecbûrî bide
2 tebax, 2026   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku hikumeta wî ya bê dê qanûneke nû ji bo leşkeriya meçbûrî derxe, hemwextî wê nîqaşa li ser efûkirina cihûyan Haredî ji xizmeta leşkerî didomin.

Rojnameya "Yedioth Ahronoth" ku agahiyên xwe dispêre Netanyahu destnîşan kir ku Netanyahu gotiye qanûna heyî ya ku armanc dike hejmara leşkerên ji Haredî werin zêdekirin û rê li ber li girtina kesên neçûne leşkeriyê armancên xwe pêk neanîne û nehatiye dirêjkirin.

Netanyahu anî ziman ku qanûna nû dê armanc bike ku hewcedariyên artêşa Îsraîlê dabîn bike û kesê ku Tewratê naxwîne dê neçar bibe ku xizmeta leşkerî bike yan jî rastî cezayên qanûnî bibe.

Ev yek digel krîza siyasî û civakî ya berdewam li Îsraîlê de têkildarî dosyaya leşkeriya Haredî pêk tê.  Ev dosya bû sedema nakokiyan di navbera hikumet, partiyên olî û saziya leşkerî de.

(f)