Li gundewarê Şamê goreke komî hate dîtin

Li gundewarê Şamê di goreke komî de cenazeyê 4 kesên ku berî 11 salan winda bûbûn hatin dîtin.

Li gundewarê Şamê goreke komî hate dîtin
26 îlon, 2025   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Goreke komî li nêzîkî herêma Esal El Werd li gundewarê Şamê ku tê de termên 4 kesên ku ji sala 2014’an vir ve winda bûn hebûn, hat dîtin. Di nav terman de 2 kes ji gundê Hoş Ereb, yek ji bajarokê Hafir El Fewqa û kesek ji bajarê Yebrûd heye. Cenazeyê kuştiyan ji aliyê malbatên wan ve hatin naskirin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR), eşkere kir ku ji dema hilweşandina rêjîma Beşar El Esed 39 gorên komî hatine dîtin ku 2 hezar û 791 kes di nava wan de hebûn.

(ac)

ANHA