Nêrînên welatan ên li ser plana Amerîkayê

Ji duh ve, têkildarî plana Amerîkayê ya der barê bidawîkirina şerê li Xezayê de gelek welatan nêrîn nîşandan. Di piranî nêrînan de pêşwazîkirin bû, lê li aliyekî din hîna helwesteke fermî ya Tevgera Hemasê nehatiye nîşandan.

Nêrînên welatan ên li ser plana Amerîkayê
30 îlon, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên navneteweyî der barê ragihandina plana serokê Amerîkayê Donald Trump de ya têkildarî bidawîkirina şerê li Şerîda Xezayê çêbûn. Ev plan di civîneke çapemeniyê de ya bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Koşka Spî de hat pêşkêşkirin.

Donald Trump "Peymana Aştiyê" ji bo Xezayê ragihand û diyar kir ku bidawîkirina şerê ku ji 2 salan ve didome ku bi deh hezaran welatî bûne qurbanî "pir nêzîk e".

Plana berdana dîlgirtiyan û bêçekirina Hemasê ,hat belavkirin. Trump hişyarî da ku ger Hemas vê planê qebûl neke ew ê piştgiriyê bidin Îsraîlê ku êrişên xwe yên leşkerî bidomîne.

Piştî plan hat aşkerakirin, gelek hêzên herêmî û navneteweyî helwestên xwe nîşan dan.

Îsraîl: Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li kêleka serokê Amerîkayê, piştî hevdîtina wan li Koşka Spî, got ew piştgiriyê dide plana Trump. Lê hişyarî jî da ku ger Hemas planê red bike yan jî qebûl kir û berevajî wê tev gerî, “Îsraîlê dê bi heman erka xwe rabe”.

Tevgera Hemasê: Fermandarê tevgera Hemasê Mehmûd Merdawî diyar kir ku tevger û komên filistînî heta niha kopyayeke fermî û nivîskî a plana serokê Amerîkayê Donlad Trump a ji bo rawestandina şerê li Şerîda Xezayê wernegirtiye. Merdawî da zanîn ku tu destpêşxeriyek mafê gelê Filistînê yê çarenûsê, avakirina dewleta wê û paytexta wê Qudsê nehewîne, redkirî ye.

Dûre jî li gorî Kanala El Eqsa gotina wî belav kiriye, Merdawî dibêje "Bendên plana Trump ˋnêzî nêrîna Îsraîlê neˊ.

Merdawî da zanîn ku tiştên di plana Trump de hatine ragihandin ne zelal in û got Hemas tu pêşniyarekê ku mafên çarenûsê yên gelê Filistînê li ber çavan negire, qebûl nake.

Li aliyekî din jî, berpirsekî şopîner duh ji Reutersê re gotibû serokwezîrê Qeterê, serokê îstîxbarata Misirê plana der barê Xezayê de ya ji 20 bendan pêk tê ji Hemasê re pêşkêş kiriye. Berpirs da zanîn ku danûstandkarên Hemasê agahî da navbeynkaran ku ew ê planê bi niyetek baş lêkolîn bikin û bersivê pêşkêş bikin.

Wezîrên karên derve yên Qeter, Urdin, Îmarat, Endonêzya, Pakistan, Tirkiye, Erebistan Siûdî û Misirê "rola pêşeng a serokê Amerîkayê hewlên wî yên ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê û zêdekirina hewlên wî ji bo dîtina rêya aştiyê pêşwaz kirin."

Wezîran diyar kir ku "Hevkariya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di bicihanîna aştiyê li herêmê de girîng e." Wezîran "ragihandina serok Trump a bidawîkirina şer, jinûve tamîrkirina Xezayê, pêşîlêgirtina koçberiya gelê Filistînê û lezdana aştiya berfireh û nehiştina tevlêkirina Şerîaya Rojava li nava Îsraîlê, pêşwazî kir."

Wezîran anî ziman ku "Ew amade ne bi awayekî erênî û avaker bi DYAˊyê û aliyên eleqedar re ji bo serketina vê peymanê û misogeriya pêkanîna wê hevkariyê bikin."

NY: Cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Karûbarên Mirovî Tom Fletcher plana Trump pêşwaz kir û li ser Xˊê di nivîsekê de got: "Plana Serok Trump ji bo xebatkarên mirovî asoyên nû vedike da ku alîkariya sivîlan bikin û li kêlek wê jî dihêle dîlgirtî di dawiyê de vegerin malên xwe. Em amade ne û bi coş in ku bi pratîkî û prensîbî bixebitin da ku ji vê derfeta aştiyê sûd wergirin."

Konseya Ewropa: Serokê Konseya Ewropa Antonio Costa plan pêşwazî kir û ji tevahî aliyan xwest ku "vê firsetê ji bo dayîna aştiyê firseteke rasteqîn qezenc bikin" û da zanîn ku bersiva "erênî" ya serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ji planê re "teşwîqker" bû.

Dewletên ereb û îslamî yên beşdarî civîna New Yorkê bûne duh (29 Îlona 2025) daxuyaniyek hevbeş dabû û di daxuyaniyê de hewlên Amerîkayê yên ji bo dawîlêanîna şerê li Şerîda Xezayê pêşwazî kir û diyar kir ku ew bi bawer in ku wê rêya aştiyê li herêmê bibîne.

Brîtanya: Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer duh ragihandibû ku Brîtanya "bi hêz piştgiriyê dide" plana aştiyê ya ji bo bidawîkirina şerê li Şerîda Xezayê ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye.

Fransa: Serokê Fransayê Emmanuel Macron nivîsek li Xˊê ku bi zimanê erebî hatiye nivîsandin parve kir û tê de dibêje: "Bi hêviya pabendbûna Îsraîlê ya krîtîk li ser bingehê me. Ji bilî berdana demildest a tevahî dîlgirtiyan û pabendbûna vê planê tu bijarteyeke Hemasê ya din nîn e."

Almanya: Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johan Vadepole diyar kir ku plana Amerîkayê "firseteke bêhema ya ji bo bidawîkirina şerê hovane li Şerîda Xezayê pêşkêş dike û hêviyê dide bi sed hezran kesên ku li Xezayê êşa şer û girtina hovane û krîza mirovî dikişînin."

Îtalya: Hikumeta Îtalyayê plana Trump "bi tîmayên armanc ên bicihanûna îstîqrarê û geşepêdana Şerîda Xezayê" wesif kir û di daxuyaniyekê de hikumetê bang li "tevahî aliyan kir ku vê firsetê bi dest bixin û li ser planê erê bikin."

Portekîz: Serokwezîrê Portekîzê Luis Montenegro jî pêşwaziya destpêşxeriya Trump kir. Montenegro di postekê de li ser Xˊê got "bersiva civaka navneteweyî nîşanek hêvîdar e, û destnîşan kir ku Portekîz piştgiriyê dide vê destpêşxeriya ku dikare wekî xalek destpêkê ber bi aştiyek adilane û mayînde ji bo her du gelan ve xizmet bike."

Holanda: Wezîrê Derve yê Holandayê David van Wiel hewlên serok Trump ji bo amadekirina planeke aştiyê ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê pêşwazî kir û diyar kir ku "Ya girîng Îsraîlê ev plan qebûl kiriye."

Desthilata Filistînê tiştê ku wekî "hewldanên durist û berdewam" ên serokê Amerîkayê Trump ji bo bidawîkirina şer bi nav kir, pêşwazî kir. Di daxuyaniyekê de ku ji hêla ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê (WAFA), ve hat weşandin, hat gotin ku, "Dewleta Filistînê hewldanên durist û berdewam ên serok Donald Trump ên ji bo bidawîkirina şerê li ser Xezeyê pêşwazî dike û diyar dike ku ew şiyana wî ya dîtina rêyek ji bo aştiyê bawer e. Li kêlek wê jî girîngiyê dide hevkariya bi DYAˊyê re ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê."

Li aliyekî din jî Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhad El Îslamî Ziyad El Nexalê bi birî xist ku plana Trump "reçeteya berdewamkirina dijminatiya li dijî gelê Filistînê ye".

El Nexalê gotibû: "Tiştê di civîna çapemeniyê ya di navbera Trump û Netanyahu de hatiye ragihandin peymana amerîkî-îsraîlî ye û ew jî derbirîna helwesta Îsraîlê ye."

(fr)