Nerîman Ehmed: Biryar ne dadperweriye emê îtiraz bikin

Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Rojnamevan Silêman Ehmed birî. Parêzerê Nerîman Ehmed ragihand ku hemû tometên xistîn li ser Silêman Ehmed red dikin û wiha got: “Biryar ne dadperweriye û emê îtiraz bikin.”

Nerîman Ehmed: Biryar ne dadperweriye emê îtiraz bikin
29 tîrmeh 2024   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de, rojnamevan û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed, li Dihokê hat dadgehkirin. Lê dadgeha ku dibin fermana PDK’ê de kar dike, 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û Silêman Ehmed birî.

Yek ji endamê tîma parêzerên Rojnamevan Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed li ber dadgehê ji derbarê cezayê hatî dayîn de ji Rojnews’ê re axivî.

“Diviyabû ku bi yasaya rojnamevaniyê Rojnamevan Silêman Ehmed bihata dadgehkirin, lê bi madeya 1 ya jimara 21 ya sala 2003’yan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi tometa endambûna ‘Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ 3 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn. Runiştina doze bi awayekî tund hate rêvebirin. Heta destpêkê rê nehat dayîn ku parêzerên Silêman Ehmed beşdarî dozê bibin, di dawiyê de dibin zextan de me karî beşdar bibin.”

Nerîman Ehmed diyar kir ku di runiştina dadgehê de, Silêman Ehmed li ber dadwer îfadeya ku jê re hatibû amadekirin red kir ku bi soranî hatibû nivîsandin û jê re jî nehatibû xwendin.

Nerîman Ehmed got: “Li ser daxwaza dadwer du şahîd amadekirbûn û tekezî li ser wê kirin ku ew tometên li ser Silêman Ehmed durin û ew di ajansa Rojnews’ê de wek rojnamevan 4 salin kar dike. Ev biryar ne dadperiye û ji bo wê emê îtiraz bikin. Her wiha rê nehat dayîn ku UNAMI jî di runiştina dozê de amade bibe. Biryare UNAMI daxuyaniyek di derbarê vê yekê de belav bike.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin.