Di Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk 28 kes revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de 28 kes li Efrînê revandin.

Di Tîrmehê de çeteyên dewleta Tirk 28 kes revandin
29 tîrmeh 2024   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora meha Tîrmehê ya kesên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hatine revandin, weşand. Di raporê de tê gotin, di Tîrmehê de 28 welatî hatine revandin. Her wiha tê diyarkirin ku çete li beramberî serbestberdana revandiyan fidyeyê dixwazin.

Li gorî raporê navên kesên hatine revandin wiha ne; Reşîd Semîr (24),  Xelîl Hac Ehmed (47), Mihemed Mecîd (34), Şemsedîn Silêman Mihemed (66), Menan Miho Nesan (40), Cuma El Mûsa (60), Zeyneb Şêxo Mistefa (85) û kurê wê Mihemed Mistefa û Ehmed Mistef (14), Mihemed Elî Xelfan (43), Menan Seydo (57), Fehmî Ebdo Seydo (35), Elî Ebdurehman Mistefa (49), Selah Reşîd Korbelo (20), Mihemed Xelîl Hec Qenber (24), Mihemed Hesen Seydo (40), Ciwan Hemîd Horo (42), Mihemed Seîd Omer (43), Ehmed Xelîl El Celel, Mihemed Îzet Koçer, Hesen Îsa Xelef (55).

Di raporê de hate diyarkirin ku çeteyên Ehrar El Şerqiyê 2’yê Tîrmehê li bajarê Efrînê bi ser gelek malan de girt û 7 welatî revandin. Ji welatiyên hatin revandin navên Ehmed Mihemed, Rêzan Mihemed û Mihemed Bekir hatin zanîn.

(bb)