Nêrgiz Mihemedî bi alîkariya amûra oksîjenê nefesê distîne

Birayê Nêrgiz Mihemedî, Hamîd Riza Mihemedî li ser rewşa tenduristiya xwişka xwe hişyarî da û got; ''Rewşa Nêrgiz niha metirsîdar e û bi alîkariya amûra oksîjenê nefesê destine..''

Nêrgiz Mihemedî bi alîkariya amûra oksîjenê nefesê distîne
3 gulan, 2026   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî, Hamîd Riza Mihemedî, li ser rewşa xwişak xwe Nêrgiz ji Radyoya Ferdayê re axivî.

Hamîd Riza Mihemedî ragihand ku piştî veguhestina xwişka wî ji girtîgeha Zencanê ber bi nexweşxaneyekê ve ji bo beşa çavdêriya dijwar, wan karîbû wê bibînin.

Hamîd diyar kir ku rewşa tenduristiya Nêrgizê di xeteriyê de ye û niha bi amûra oksîjenê dikare nefesê bistîne.

Hamîd da zanîn ku beriya niha bijîşkan ragihandibûn ku divê Nêrgiz Mihemedî herî kêm 6  meh ji girtîgehê dûr bikeve û tedavî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku roja Îniya derbasbûyî, girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî di girtîgeha Zencanê de ji hişê xwe çûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Hatibû gotin ku Nêrgiz krîza dil derbas kiriye.