Gel û partiyên siyasî ji ber rewşa xirab a aborî derketin

Gelê bajarê Qamişloyê bi beşdariya partiyên siyasî li dijî gendelî, bihabûna mazot û elektirîkê, rewşa aborî ya xirab bi dirûşma “Kombûna Berevaniya Di Ber Partiyê Xelkê De” çalakî li dar xistin. Çalakvanan diyar kir ku “Siyaseta hikumeta Şamê xela li tevahî Sûriyeyê belav kiriye” û dê çalakiyên wan bi awayek berfirehtir bidomin.

Gel û partiyên siyasî ji ber rewşa xirab a aborî derketin
Gel û partiyên siyasî ji ber rewşa xirab a aborî derketin
Gel û partiyên siyasî ji ber rewşa xirab a aborî derketin
Gel û partiyên siyasî ji ber rewşa xirab a aborî derketin
Gel û partiyên siyasî ji ber rewşa xirab a aborî derketin
Gel û partiyên siyasî ji ber rewşa xirab a aborî derketin
3 gulan, 2026   12:57
QAMIŞLO

Gelê bajarê Qamişloyê bi beşdariya partiyên siyasî bi dirûşma “Kombûna Berevaniya Di Ber Partiyê Xelkê De” xwepêşandanek li dar xist.  Xwepêşandan li ber avahiya Postexaneyê ya li naverasta bajêr pêk hat.

Gel pankartên ku balê dikişînin ser aboriya xirab a Sûriyeyê, hildan. Gel li dijî gendelî, radestkirina cihên gel û dewletê ji bo kesan û şirketên taybet, bihabûna mazotê û elektrîkê, gumrika zêdê û rewşa aborî ya xirab nerazîbûnên xwe anîn ziman. xistin.

Endamê Polîtburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Salih Mihemed Ebdo li ser navê partiya xwe beşdarî çalakiyê bibû.

Salih Mihemed Ebdo diyar kir ku ew ji Rojavayê Kurdistanê bang li gelê Sûriyeyê dikin ku mafê xwe biparêzin, ev bihabûn yekîtiya gel xirab dike. Salih Mihemed Ebdo got: “Em li dijî siyaseta Şamê ku xela li Sûriyeyê belav kiriye derketine. Em li Rojava bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî vê çalakiyê bûne”.

Çalakvanan destnîşan kirin ku ev çalakiya wan a destpêkê ye û dê di rojên pêş de çalakiyên wan bi awayek berfirehtir bidomin.

(bî)

ANHA