Rêveberiya Sotemeniyê lîsteyek nû ya bihayên mazotê derxist

Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê lîsteyek nû ya bihayên mazotê ragihand. Li gorî lîsteya nû mazota ji bo çandinî, sazî, pîşesazî û nanpêjxaneya taybet hat zêdekirin.

Rêveberiya Sotemeniyê lîsteyek nû ya bihayên mazotê derxist
3 gulan, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê lîsteyek nû ya bihayan ji bo çend celebên mazotê derxist.

Lîsteya nû ya bihayan:

Mazota Çandiniyê: Ji 1300 lîreyan bû 25 sent.

Mazota ji bo saziyan: ji 3050 SYP lîreyan  bû 55 sent.

Mazota pîşesaziyê: ji 2200 lîreyan bû 55 sent.

Mazota ji bo firneyên taybet: ji 2050 lîreyan bû 55 sent.

Mazota germkirinê: biha hîn nehatiye diyarkirin.

Mazota xizmetê (ji bo jenerator û firneyên giştî): weke xwe ma bi 125 lîreyan

Mazota bazara azad: 75 sent.

(k)