Xwendina Azadiyê didome

Xwendina Azadiyê didome. Şevê din nûnerên rêxistinên civakî û şêniyên taxan li Amed, Bêdlis ên bakurç Kurdstanê û bajarê Tikiyê Stenbolê li hev kom bûn û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Xwendina Azadiyê  didome
25 tebax, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kiribû niha bi Xwendina Azadiyê berdewam dike. Her şev di pêşengiya partî û rêxistinên sivîl û demokratîk de gel li taxan kom dibin û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

Amed

Di Xwendinên Azadiyê yên li Amedê de ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hin beşên mijarên “parastina cewherî” û “hevjiyana azad” hatin xwendin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Xana Axpar bi jinan re hatin cem hev. Jinên di malan de tên li cem hev, ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hin beşên mijarên “parastina cewherî” û “hevjiyana azad” xwendin û bi ser van mijaran nîqaş kirin

Bismil

Li taxa Sergewrê ya navçeya Bismilê ya Amedê jî bi heman armancê bi tevlêbûna gelek welatiyan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Endam, rêveber û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê jî beşdarî xwendinê bûn.

Stenbol

Li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê jî li avahiya DEM partiyê kom bûn û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Komê ewil rêz girt û piştre dest bixwendinê kirin.

Bêdlis

Li navçeya Xelatê ya Bedlisê jî bi heman armancê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Welatî li malbatekê kom bûn û bi komî ji pirtûka Rêber Abdullah Ocalan gotarek xwendin û li ser gotarê fikrên xwe parve kirin.