Nêçîrvan Barzanî: Salih Muslim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir

Serokê Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest û got, Salih Muslim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir.

Nêçîrvan Barzanî: Salih Muslim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir
12 adar, 2026   08:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hevserokê berê yê PYD'ê û endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de sersaxî ji malbata Salih Muslim, gelê Kurd re xwest.

Nêçîrvan Barzanî têkildarî rola Salih Muslim wiha got;

 “Xwedêjêrazî Salih Muslim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd derbas kir.

Wekî pêşengekê diyar yê Kurd li Sûriyeyê, di qonaxên cuda yên têkoşînê de xwedî rolek berbiçav bû.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û aramiyê bide malbat û dostên wî."