Nêçîrvan Barzanî li ser entegrasyona QSD’ê daxuyaniyek da

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî entegrasyona QSD’ê di nava saziyên dewletê de pêşwazî kir û bi gaveke pêşketinê ya girîng a ji bo xurtkirian ewlehî û aramiyê wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser entegrasyona QSD’ê daxuyaniyek da
26 tebax, 2026   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşketina di proseya entegrasyona QSD’ê li nava saziyên dewletê de çêbûye pêşwazî kir û bi gaveke pêşketinê ya girîng a ji bo pêşxistina ewlehî û aramiya welat bi nav kir.

Barzanî got ev gav veguhertineke girîng ber bi xurtkirina ewlehî û aramiyê li Sûriyeyê temsîl dike û hêvî kir ku proseya entegrasyon temam bibe da ku rê li pêş qonaxeke nû ya parastina mafên tevahî welatiyan û pêkhateyên Sûriyeyê veke û şansên aştî, ewlehî, aramî, çareserkirin û geşkirinê xurt bike.

(f)