Îsraîlê bi dijîwarî başûrê Lubnanê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran û bombebaran kir. Her wiha îşaret pê kir ku wê di hefteyên vê dawiyê de zêdetirî 400 binesazî û amûrên şer ên Hizbullahê rûxandin.

Îsraîlê bi dijîwarî başûrê Lubnanê bombebaran kir
27 tebax, 2026   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Îsraîlê vê sibehê du caran daristana Elî Tahir a rojavayê bajarokê Nebetiyaya Jorîn a başûrê Lubnanê bi mûşekan bombebaran kirin. 

Ragihandina fermî ya Lubnanê ragihand ku ji ber bombebaranê dengên teqînên bihêz hatin bihîstin.

Balafirin Îsraîlê derengiya şevê jî herêma navbera bajarokên Zoter a rojhilat û Mifêdûn bombebaran kirin.

Artêşa Îsrîalê demek berê ragihandinê ku dê operasyonên xwe li "herêma ewlehiyê" ya di nava başûrê Lubnanê de bidomîne. Her wiha îşaret pê kir ku wê di hefteyên vê dawiyê de di çarçoveya "rakirina gefan" de zêdetirî 400 tesîs û amûrên şer ên Hizbullahê rûxandin.

(bb)