Cenazeyê şehîd Baz li Hesekê spartin axê

Şêniyên bajarê Hesekê cenzeyê şehîd Baz Partî li mezargeha şehîd Dijwar, spartin axê.

Cenazeyê şehîd Baz li Hesekê spartin axê
30 gulan, 2026   20:13
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan îro li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Baz Partî (Behaa Xelîl), ku di 26`ê Gulanê de li Hesekê dema ku erkên xwe pêk dianî, şehîd bû, mersîmek lidar xist.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtiê dest pê kir. Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Dêrsim Heseke axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Dêrsim Hesekê got, "Şehîd Baz di nav yên pêşîn de bû ku tevlî şoreşa Rojava bû û beşdarî gelek şeran li seranserê Rojava bû. Ew bi wêrekî û fedakariya xwe dihat nasîn."

Ji fermandarên QSD`ê, Alan Hesekê got, "Em bi rêz û hurmet li ber qurbaniyên şehîdên xwe yên qehreman bejna xwe ditewînin, yên ku canê xwe dane da ku xelkê vê herêmê di aştî û ewlehiyê de bijîn."

Bi navê malbata şehîd Baz , birayê wî, Adil Xelîl, axivî û got, "Şehîd ne tenê hejmar in; ew di dilê me de dijîn, çirayên ku rêya me ya rûmetê ronî dikin."

Piştî axaftinan belgenameya şehadetê hat xwendin û radestî malbata hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyan û dirûşmeyên "Şehîd nemir in" spartin axê.

(k)