Nasnameyên 2 şehîdên Hêzên Komandos hatin aşkerakirin

QSD′ê nasnameyên 2 şervanên xwe ku di dema bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ′ê şehîd bibûn, aşkera kirin û got ew bi israr e têkoşîna şehîdan bi serkeftinê tacîdar bike.

Nasnameyên 2 şehîdên Hêzên Komandos hatin aşkerakirin
19 cotmeh, 2023   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameyên 2 şervanên xwe bi daxuyaniyekê aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst, ji bo ji nû ve şaneyên xwe yên terorîst bi rêxistin bike êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, daku êrişên curbecur li dijî tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.

Lê hêzên me QSD′ê bi ser wan şaneyan de digirin, rojane şane tên bêbandorkirin û endamên wê bi operasyonên ewlehiyê tên girtin.

Di xebatên serdegirtina şaneyan û pêkanîna erkên xwe yên parastina herêmê de 2 şervanên me yên Hêzên Komandos Mihemed Salih El Xilêf (Harûn) û Elî Ebd Efer (Hisên) şehîd bûn.

Hevrêyê me şehîd Harûn beşdarî gelek operasyonên ewlehiyê yên li dijî şaneyên DAIŞ′ê bû û berxwedaneke bêhempa raber kir. Di nava hevrêyên xwe de xwedî taybetmendiya tevgera bi lez bû û tvahî tedbîrên pêşîn ên li dijî endamên rêxistinên pêk dianîn, xwedî dîsplîn û ruhê hevrêtiyê bû.

Hevrêyê me şehîd Hisên jî bi ruhekî mezin têkoşiya, bi ruhê însiyatîfa xwe ya xurt tevahî astengî derbas dikirin, bi taybet di dema şerên bi çeteyên DAIŞ`ê re li ser parastina hevrêyên xwe baldar bûn. Prespektîf û erkên xwe bi temamî pêk dianîn.

Em sersaxiya ji hêzên xwe û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em bi israr in têkoşîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û armancên di oxira wan de şehîd bûne pêk bînin.”

AGAHIYÊN LI SER NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê tevgerî: Harûn

Nav û paşnav: Mihemed Salih El Xilêf

Navê dayikê: Şemse

Navê bav: Salih

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-Til Birak/ 2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn/ 17. Cotmeh.2023.

*****

Nasnav: Hisên

Nav û paşvan: Elî Ebd Efer

Navê dayikê: Hîlale El Omer

Navê bav: Ebd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Şedadê 1997

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn/ 17.Cotmeh.2023

(fr/c)